Ciwan Haco
Gulek
Guleka min, hebû yek gul
Min neqand bû, ji xwere ji dil
Min avda bû, bi hêsêrên çava
Min dîtibû, li nav baxa
Gul gula min, daxwaza min
Gul gula min, brîndara min
Gul gula min, daxwaza min
Gul gula min, brîndara min
Çi guleke, rind û ciwan
Perîşan bû, li cîhan
Jê re bibînin, hun derman
Ew jî wekî, her insan
Gul gula min, daxwaza min
Gul gula min, brîndara min
Gul gula min, daxwaza min
Gul gula min, brîndara min
Ger ez bimrim, ger bêm kuştin
Hun li gulê, hun bipirsin
Daxwaza wê, hun pêk bênin
Heyfa gulê, hun ne hêlin
Gul gula min, daxwaza min
Gul gula min, brîndara min
Gul gula min, daxwaza min
Gul gula min, brîndara min