a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Gund û bajarên çadirî

Bera xeynî min, bistrênin Bo aşîtîyê, bo dostanîyê Bera xeynî min bistrênin Bo biratîyê û piştgirîyê Bera xeynî min bistrênin Û kund dike waqe waq Di nava kavilên gundê min de Û dexl û rez digrîn Ji bîrkirinê Ji ber dengê stranên palan êdî nayê Bera xeynî min, bistrênin Bo aşîtîyê, bo dostanîyê Bera xeynî min bistrênin Bo biratîyê û piştgirîyê Û li wê Li pişt dîwarên Ji têla direhî Di nava tarîyê de Di nava seqema Zagros de Li kurên bê ûmedîyê Gund û bajarên çadirî Bê hejmar sîng kutane Bera xeynî min, bistrênin Bo aşîtîyê, bo dostanîyê Bera xeynî min bistrênin Bo biratîyê û piştgirîyê Bera xeynî min, bistrênin Bo aşîtîyê, bo dostanîyê Bera xeynî min bistrênin Bo biratîyê û piştgirîyê Û xwişk û birayên min Dost û pismamên min Şîrmijin bi jiyanê şa nebûyî Dayk dilşikestî, bûkên nazdar Di mistewtenîyê xemgînîyê Di zayê û êşa zirav de Roj, hezar carî, dimrin Bera xeynî min, bistrênin Bo aşîtîyê, bo dostanîyê Bera xeynî min bistrênin Bo biratîyê û piştgirîyê Û hem welatiyên minî Ku bi nanê rûmetê û azam mezin bûne Mane li benda comerdiya "dîmokratên" ewropayê Bazirganên jehrê Mane li benda, comerdiya xanimên ewropa Û pişta dayka min bûye xerîte Şûna qamçîyên nevî çîçirkên con-tirka Bera xeynî min, bistrênin Bo aşîtîyê, bo dostanîyê, biratîyê, piştgirîyê Bera xeynî min bistrênin

Bêjebêje © 2015-2024