a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Hay lê

Rista min a ji gewhera Ronî didê rengê çira Bira nadî destê bira Mi rêkiriye ji dosta xwe ra Ay lê, hay lê, hay lê Ay lê, hay lê, hay lê Şev û roja ez di meylê Şev û roja ez di meylê Çavên belek çi mêrkujin Lêvên te yê sor çi xwîn mijin Bisk û kezî çi xwîn rijin Dêm û anî pir paqijin Ay lê, hay lê, hay lê Ay lê, hay lê, hay lê Şev û roja ez di meylê Şev û roja ez di meylê Rabe ser xwe dilovanê Emê derkevin ji zindanê Dest bi destê te hozanê Da em herin Kurdistanê Ay lê, hay lê, hay lê Ay lê, hay lê, hay lê Şev û roja ez di meylê Şev û roja ez di meylê Tu şêrînî pir ciwanî Lêv ji sorê erxewanî Kî bi vî rengî tu anî Wer di nav destê min danî Ay lê, hay lê, hay lê Ay lê, hay lê, hay lê Şev û roja ez di meylê Şev û roja ez di meylê

Bêjebêje © 2015-2024