Ciwan Haco
Hest
Ez pîr û kal bûm, ji van derdan
Ahîn û keser, min ji nav dil da
Ez pîr û kal bûm, ji van derdan
Ahîn û keser, min ji nav dil da
Derdê dilê min, gelek giran e
Jê re dibêjin, ev çi êş û jan e
Hawîr dora me, bûye ferman e
Xort û keçên me, li serê çiyane
Derdê dilê min, gelek giran e
Jê re dibêjin, ev çi êş û jan e
Hawîr dora me, bûye ferman e
Xort û keçên me, li serê çiyane
Lo lo hevalno, we sozek da min
Serê xwe hildin, werin li ba min
Lo lo hevalno, we sozek da min
Serê xwe hildin, werin li ba min
Derdê dilê min, gelek giran e
Jê re dibêjin, ev çi êş û jan e
Hawîr dora me, bûye ferman e
Xort û keçên me, li serê çiyan e
Derdê dilê min, gelek giran e
Jê re dibêjin, ev çi êş û jan e
Hawîr dora me, bûye ferman e
Xort û keçên me, li serê çiyan e
Dibêjin em biran e
Ferqa me ji hev nîne
Ez jî dipirsim
Çawa dibe ku em bira bin û ez bê nav bim?
Bê zar bim?
Dibêjin çima çek hilanîn?
Çima hêsir?
Ma qubleta me ne yek e?
Lê şêxên me, zarokên pêxember
Û pîrên me, mirîdên laleşa nûranî, bidarvedikin
Dibêjin ev hezar sal e em hevwelatiyên hev in
Xwîna me li van tixûban têkilî hev bûye û rijiyaye
Em jî dibêjin, lê ev heştê sal e tenê, xwîna me dirijê bi destê we bira, dirije.
Lê dîsa jî em li pey gotina hozanê xwe ne, cigerxwîn ê dil bi hesret
Em hîn dibêjin “biratî” biratiya rasteqîn, lê tu qebûl nakî
Em dibêjin “wekhevî” lê tu qebûl nakî
Em hîn dibêjin “hevaltî” lê dîsa tu qebûl nakî
Ez heyîrîm, nizanim çî dî bêjim, çî dî bikim
We ti rê li pêşiya min nehişt xeynî hilkişînê
Hilkişîna zinar û çiyayê bilind
Warê egîdan… welatê ku roja azadiyê lê hatiye der