a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Lawê min

Dayê ez diçim, vaye ez diçim Divê ez bêjim, lê ez ditirsim Benda min in, xortên ciwan Ji mirinê, ez natirsim Ji mirinê, ez natirsim Lawo here, kûrê min here Dil û canê min, gorî ji te re Ev daxwaza, te ji min xwestî Gerek min gotibana ji te re Gerek min gotibana ji te re Bijî dayê, her dem bijî Ji bîr nakim, gotinên te jî Eger şehîd ketim dayê Ser bilind be, tu bi min jî Eger şehîd ketim dayê Ser bilind be, tu bi min jî Ji hawarên jin û kalan Ji girîyên van mindalan Ez narazim, ji mitalan Divê ez herim, dayê ez herim Lawo here, kûrê min here Dil û canê min, gorî ji te re Ev daxwaza, te ji min xwestî Gerek min gotibana ji te re

Bêjebêje © 2015-2024