a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Lêv şêrîn

Maçek ji wan lêvên şêrîn derdê dilê min xweş dikî Nazdarî peyv û kenîn rûyê nexweşan geş dikî Remzek ji wan biskên xelek yan awirek çavên belek kuştin evîndar pir gelek Ew dil wek ateş dikî Sîng bexçeya min jê dizîn sêv û gûlên sor û bibîn Ciger bi lêvan kirye xwîn ew dil wek agir dikî Gotin: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024