Ciwan Haco
Li hev hatiye
Li hev hatiye, li hev hatiye
Ev delal pir li hev hatiye
Li hev hatiye, li hev hatiye
Delala min li hevhatî ye
Li min dimeyzand û dimeşî
Awir divedan bi hêvî ya
Lê geva ez pêr axivîm
Kenek kir bi delalî ye
Hiş û aqilê min windakir
Min ji xwe re got ev kî ye
Li hev hatiye, li hev hatiye
Ev delal pir li hev hatiye
Li hev hatiye, li hev hatiye
Delala min li hevhatî ye
Li min dimeyzand û dimeşî
Awir divedan bi hêvî ya
Lê geva ez pêr axivîm
Kenek kir bi delalî ye
Bejnek ciwan li ser heye
Nazik wek şitlê rîhan
Min got ma li dinyayê
Wekî gewra min heye?
Ji bo wê ez bûme evdal
Li dinyayê nakim tu kar
Sozek min dabû gewrê
Ji xwe re wê ez bikim heval
Min got ma li dinyayê
Weke gewra min heye?
Li hev hatiye, li hev hatiye
Ev delal pir li hev hatiye
Li hev hatiye, li hev hatiye
Delala min li hevhatî ye
Li min dimeyzand û dimeşî
Awir divedan bi hêvî ya
Lê geva ez pêr axivîm
Kenek kir bi delalî ye
Çavê belek, biskê xelek
Li ser wî rûyê şêrîn
Nayê ji bîr kirin ew yar
Winda bû şêrîn heval
Ji rohilat, ji roava
Ji kîjan alî hatîye?
Got çima tu dipirsî?
Ew bi eslê xwe torî ye
Li hev hatiye, li hev hatiye
Ev delal pir li hev hatiye
Li hev hatiye, li hev hatiye
Delala min li hevhatî ye
Li min dimeyzand û dimeşî
Awir divedan bi hêvî ya
Lê geva ez pêr axivîm
Kenek kir bi delalî ye