Ciwan Haco
Nikarim
Nikarim xunaveke, rondika bim
Li gorina şehîd bibarim
Çariya reş nakirim
Bisk û keziya nabirim
Rûwê xwe nadirim
Rûwê xwe nadirim
Rûwê xwe nadirim
Ez ji bilbilê xemgîn re, ne bihar im
Ji bûka çarî reş re, ne guhar im
Ji konê şînê re, ne sitûn im
Ji kalê poşman re, ne qelûn im!
Na na nikarim
Na na nikarim
Na na nikarim
Na na nikarim
Gula binefşê xemgîne ez na çînim
Di cihê şahiyê de şînê nabînim
Şehîd canê xwe didin erdê ji bo ala
Şahiyê hildin
Şahiyê hildin
Ala şahiyê govend û dîlane
Çepk û lîlandine û strane
Ala şahiyê govend û dîlane
Çepk û lîlandine û strane
Ala şahiyê govend û dîlane
Çepk û lîlandine û strane
Ala şahiyê govend û dîlane
Çepk û lîlandine û strane