a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Perde

Ew perdeya reş û tarî Ku ji şevê reş diyarî Min ji ruwê xwe kişand Li ber çavê xwe çirand Avêt paş sed çiyayî Nava hezar dergayî Min gemera guhê xwe Bi zemzemeke nû şuşt Mîkrobên canê xwe Bi dermanekî nû kuşt Ew kûfeyka tûfeylî Ko dil dil de diçirî Min ji kokê de rakir Hêlîna wî xirabkir Û belavkir Li rojên derbasbûyî Li rastiyên kevnara Li hevalê neheval Cara pêşî silavkir Ew zingora di mejî Ko mejiyê min dimijî Min bi kêrê xeritand Û bi agir şewitand Û paqijkir Paqijkiryi serê xwe Min avêt ji derê xwe Bi çavekî bêperde Bi guhekî bê gemar Di bin serê rêka taze Bi mejîkî bê zingar Êdî bi dîtina xwe Bi bihîstana xwe Bi vîna xwe yî bê mejî Bi rêveçûna xwe jî Ez bûm însanek nû Perestekê oleke nû Û di bajarê dil de Min avakir oleke nû Di bajarê dil de Min avakir oleke nû Hey lo lo lo, lo lo Lo lo lo, lo lo, lo lo Lo lo Lo lo lo, lo lo, lo lo Lo lo lo, lo lo, lo lo

Bêjebêje © 2015-2024