Ciwan Haco
Serbûriyek
Dîlbera min runişt, dîlbera min rabû
Weke hinek tişt jê ve xuya bûn
Wê pirsek hişt
Çav û burû, axê vemalişt, û çû
Min da dû
Nêzîkî tenişt bûm, û min go:
Êdî bese, te kuşt vî dilê zarok
Go: deng meke, hiş, bi lezîne zû!
Ez û yara şeng, çûn ber çemekî
Rawestan li teng, hêşîn kemekî
Têde reng-reng, gulên bêhnekî hebûn
Go qeşeng: Ew yara bengî, bê hîs û bê deng
Divê meyzekî
Wî marê li çeng, marê korekî
Ji kemê bi çeng, mi-divê berzekî
Ev bergeha ha, wergehê min e
Tevî mijî ji te ra, bexş û mizgîn e
Marî ji kema, hanê derîne
Bikuje bila êdî nemîne
Wê gavê ev sînga sor û sipî ne
Ji cotikên memika ji xwe re hilîne
Bide ber geza, xwe pê bihejîne
Heger ne wa be, şerm e, zilam î
Ji pey min ve be, êdî bi temamî
Evîn ne ew e ku dikî beyanî
Ma bi çav û dev e, bengî û ram î?
Min jî dil da te, ser vî meqamî
Dilperitî me, tu bo min qam î
Lê, çikim nezan? Xeşîm û xam î?
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Jan û kovan
Bi xem û kulo
Mi go carekî
Biçi jin wilo
Ji evîna xweş
Evînê çilo, anî serê me
Jînê me şêlo kir bi xatir e
Dilo rebeno.
Rebeno dilo!
Ne şêt û nezan
Bi derd û kulo!
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Dilo rebeno
Rebeno dilo