Ciwan Haco
Sî û sê gule (2)
Ji bin kaş kîvroşkek rabû
Pişt belek, zik çil-sipî
Belengaz, dûcanî kivroşkeke çiyê
Dil di dev de wisa reben
Meriv tîne tobê
Tenha, tenha bûn dem
Bê qisûr, berbangeke tazî bû
Nihêrî ji sî û sisiyan yek
Di zik de valahiya giran ya birçîtiyê
Por û rih bûne bohstek
Di pêsîrê de sipîh.
Mil qeydkirî mêrxasekî kezeb-pola nehêrî
Carekê li kîvroşka belengaz
Carekê li pişt xwe
Filînta wî ya delal hate bîra wî
Ku di bin balgîva wî de xeyidye,
Hate bîra wî, caniya ku ji deşta heranê anîbû
Anî bi moriyên şîn û beş
Sim sipî
Beza, tolaz û reqsok,
Mehîna wî ye qemer û seklawî
Çawa firîbûn li ber xozatê
Heger niha weha bê çare û girêdayî
Weha li pişt wî lûleke sar nebû ye
Dê bi karibua xwe bisparte bilindahiyan
Ev çiya, çiyayên dost kevrî wî dizanîn
Bi xwedê ev dest meriv rû reş nakin
Ev destên hosta, ku di carekê da xwelya çixara vêketî
û bi zimanê kore-marê, ku dibin
Ta vêde çîkekî dû bende, difirîne
Ev çav tu car nehatine xapandin
Ev çavên ku ji pêşîve dibînin
Qiyameta geliyên ku li bende aşîtan e
û bê bextîya bi berf û nerm ya hindefan bê çare
Ew dê bihata kuştin
Ferman bêhêvî bû,
Êdi bila çavên wî, marzerikên kor
Dilê wî, teyrên berata bixwara