a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Sî û sê gule (4)

Fermana kuştinê bi cih anîn Mija hêşî ya çiya Û bayê sibê yê hinik û sivik Nav xwînê de hiştin hiştin Paşê li wê derê tifing daçiqandin Li paşlên me hûr-hûr nêrîn, lê gerîya Pişta min ya sor. malê kermenşahî Tizbî û qotiya min birin, çûn Hemû jî diyarî bûn ji Ecemistanê Em kirîvê hevin, mervê hev in, Û bi xwîn girêdayê hev in Û bi gund û zevîyên hember ve, tinamîyê hev in, Ji sedsalan vir ve, cîranê hev in, mil bi mil ve Mirîşkên me tevî hev dibin Ne ji nezanîyê Lê ji xizanîyê Em ji pasportê dilsar bûne Ew e curmê sebeba qetla me Êdi navê me dê derkeve bi keleşiyê, Keleşiyê Keleşiyê Îsatvan Rêbir Xayinîyê Kirîvo Kirîvo Kirîvo, Kirîvo, halê min eynî weha binivîse Kirîvo, Kirîvo, halê min eynî weha binivîse Dibe ku bêjin riwayete Ev ne memkên gulî ne Guleyê dom-domê Devê min de wesle wesle Devê min de wesle wesle De lêxin lawo, lêxin Ez bi hesanî nayêm kuştin De lêxin lawo, lêxin Bi hesanî nayêm kuştin Di kûçikê min de, hîn agirê venemirî Û çend gotinên min hene, ji kesên, fahman re Bavê min çavên xwe dan li ber Ruhayê Sê birayên xwe jî, sê darên sipehî Wekî sê çiyayên ji emrê xwe têr ne bûn Ji bircan. ji giran, ji minaran Dema kirîv pismam, kurê êşîran Li hember guleyên Ferensî şer kirin Xalê min yê biçûk, Nezîf Simbêlên wî nû derketibûn Delal, sivik, siwarekî baş Go de lêxin birano Roja namûsê ye, û hespa xwe rakiriye ser piyan Roja namûsê ye, û hespa xwe rakiriye ser piyan Kirîvo, Kirîvo, halê min weha binivîse Dibe ku wekî riwayet, were fahmkirin Ev ne memkên gulî ne Guleyê dom-domê Devê min de wesle wesle Devê min de wesle wesle Devê min de wesle wesle Devê min de wesle wesle

Bêjebêje © 2015-2024