a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Şifa gerdî

Hey wax li min hey wax dayê Hey wax li min hey diniyayê Bêjin hey wax hey wax diniyayê Hey wax li min li min dayê Çima dengê şifayê nayê Dengê te li ser lêva dernayê Çiqas girana bextê diniyayê Çima qedere wilo rast li pey me nayê Kesk û sor û zer bûn rengê te Tijî hêvî bûn ken û awirên çavên te Cîhan bêdeng ma li ber dengê te Emê sozê didin şehîd û kesên wek te Bidin pey şop û armanca te Dîsa ez bêjim û bigrîm li ser te Ezê bêjim û biqîrim dengê min dernayê Îro mirina bêwext û sozê li diniyayê Ez dikim hawar û qêrîn li ser Şifa Tu yek sitêrk bû li ezmanê hefta Dengê te tirs kire dilê dijmin û hova Nalîna dilê te ji dûr dibhîzim Helbestek gerim bo te dinvîsim Tovên xewna te li gora te bireşînim Tiliyên azadiyê li ber kêla te biçikînim Gotin: Cano Şakir

Bêjebêje © 2015-2024