a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Sira sibê

Sira sibê li bab û dara hewrê Veciniqî û hişyar bû Tevziyek da xwe tevziyek kûr û rahişt Bilûre danî ser diranê Ji sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr sitira Kaniya bin dara hewrê Bi dengê bilurê re nehwirand Hêstir werwirand melûl melûl Dilê heyvaji kovanên xwere Kerî bi kerî kezext û dirand Bilbilek firî ji hêlîne Çu danî li gulya gulê Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe Berda dilê wan ji xuriyê Dilop dilop niqutî û xurî Niqut niqut nizilî û xurî Di dilopa pasî de şefeq beyan bû Ji bilûrê his birî kanî xayiş ket Li bine kema gulê bilbil ji can bû Jînek nû dest pêkir bi sira sibe Şefeq zelal xuza xuyan bûn

Bêjebêje © 2015-2024