a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Ti ciwan î

Neçe bêrîyê keçê tu ciwan î Xortê gundê me, hemî şivan in Zanin tu rind î, finda baxan î Bayê evînê, te nû hilanî Tu rinda gund î, herkes lez anî Hê tu nezan î, sorgul mefroşe Dinya buhar e, nû gul hatine Ji vê mêrga mezin sorgul a min e Xortên gundê me li ser mirin ne Hê tu nezan î, gulan neçine Hê tu nezan î, sorgul mefroşe Ji nav bêrîvana gul hat ji bêrîyê Lawik ji gundê me kete pêşîyê Da ber sîinga xwe gula bêrîyê Hê gul zarok bû dil ketibûyê Lê ez îro çibkim? gul noşe noşe Neçe bêrîyê keçê tu ciwan î Xortê gundê me, hemî şivan in Zanin tu rind î, finda baxan î Bayê evînê, te nû hilanî Tu rinda gund î, herkes lez anî Hê tu nezan î, sorgul mefroşe

Bêjebêje © 2015-2024