a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Xerîbî

By: Ciwan

Birîndar kirim xerîbiyê Ez ji xwe re kuştim xerîbiyê Min bese ji vê eziyetiyê Berêm kete vê beriyê Dikim nakim ji bîram naçê Rewşa welat û beracê Çiya û newal û qelaçê Ez ne melekim, xwediyê tacê Kuro lawo welat xweş e Me jê barkir rojê reş e Dijmin sote wek serxweş e Ji zilm û zorê me dameş e Vê buharê gul pişkivîn Li çol û çiya û dilê birîn Dil û navêm dike ew girîn Kanî welat û ala rengîn? Derdê welat pir girana Jêre divê jîr û zana Mêjî û ziman ew dermana Wê xilaskin Kurdistana Birîndar kirim xerîbiyê Ez ji xwe re kuştim xerîbiyê Min bese ji vê eziyetiyê Berêm kete vê beriyê

1

Bêjebêje © 2015-2025