Ciwan Haco
Yara derew
Xapên te hey yara derew
Dilê min dane xencerê!
Pêşî tu bû yara bedew
Îro xwezî bi ya berê!
Te got ez ji te hez dikim
Te soz xwar wey xwelî serê
Te wunda kir evîndarek
Ji bo te dax da cegerî
Ji bo te dax da cegerî
Ji bo te dax da cegerî
Bextê me reş bû wek şevê
Tiştê diçê navegerê
Ez poşman im, min dil da te
Te go çi, min got erê
Mi malbata xwe xera kir
Mi agir berda bênderê
Mixabin ku mi dil da te
Dilê wekî qozeqerê
Dilê wekî qozeqerê
Dilê wekî qozeqerê