a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Zîlan

Silavên germ li te ey hevala Zîlan te canê îro hilweşand ji bo kurdistan dengê te gihişta ezmanê heftan ne tenê li nav gelên kurdistan belê li nav hemû gelên cihan (Dîsgotin) de zû bikin bi baweriya te xwar te serî hildan li hember dijmin desmala li bejna te rêskim bixwim te da dijmin tirsek mezin,giran çavên te da xezaba dijmin silavên germ li te ey hevala zîlan te can îro weşand ji bo kurdistan zaro bû ji dinyayê de dengê dapîra wi melûl her tim di guhê wê da bû ew mezin bû niha, dengê dapirê qet ji guhê wê ne çû ew dengê hisarêbûnê de keçam in xwedê tola me ji wan hilîne hemû jin,mêr, pîr û ciwan civandin devê mîtaryolzan li wan girêdan paşî bi singîyan her çiyê sax bûn temam kirin kîna ev dilê wan ne bi meriv. agir berdan reşan, wisa bi sedan gund û bajar keçamin ev e çîroka gelîyê zîlan. emanetê vî çîrokê ji bîr nekê nikarim ez bidim pesnê te zîlan çi navê ez bêjim li te tim bi guman bêjim her bijî gula kurdistan tu bûy serhildan tu bûy berxwedan tu bûy şehîda gelê kurdistan silavên germ li te ey hevala zîlan te can îro weşand ji bo kurdistan sal çûn. geş bû jîn, lê dengê dapîrê mîna zingilê ji guhê wê ne çû xwe bi navê pêra pêça. çoş û heycan dengê dapîrê di guhê wê da dûra qelêbî di nav rêfen mêrkuj in gelîyê zîlan hevalno ev e çiroka zîlan.emanet e vê çîrokê ji bîr nekin

Bêjebêje © 2015-2024