a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Zozan

Sibê zûde ez rabûm perîk hat û bihûrî Bi wan çava li min nerî min dî ewrek reş û tarî Ebrû bûne kevan tîr ji çava dibarîn Xwe berdan nava dil bona derd û birîn Diniya çendî ciwana ti jê ciwantirî Felek çend zalima ti jê zalimtirî Hîngivê zozana ti jê şêrîn tirî meyzê li stêra sibê ti jê sipehî tirî Cehnema eşqa te hat hat û nevemirî Xweska min zanîba yar tu li ku dimênê Ezê li benda te bim bi dilê birîndarî Ez li te gerim li tevahiya diniyayê Ger ez te nebînim yar birîn ji dil dernayê Gotin: Çelebî Haco

Bêjebêje © 2015-2024