a photo of Çiya Medenî

Çiya Medenî

Çek Hellgirî Xakêkim

Çek hellgirî xakêkim Dujmin leserî zall e Min bûmete bêgane û Bêganeş xawen mall e Ger 'umir bida mawe Rêbazî xebat egrim Şêrane be şerr dêm û Serberz ebê bimrim Ey dujminî mallwêran Zor wexte ke emkujî Wun nabî leber çawim Narroyt û be cêm bêllî Ger bimdene ber gule Em rêgeye rêgame Labirdinî dagîrker Tenya hîwa û birwame Em rêge ke girtûme Diwarojî le lam rûn e Ya serkewtinî kurd e Ya merg ya têdaçûn e

Bêjebêje © 2015-2024