a photo of Çiya Medenî

Çiya Medenî

Kurdistan

Sillaw le to Kurdistan im Beyanî baş çiyakanim Ezanim êweş wek minin Dillpir le destî dujminin Be awatî serkewtinim Çawerrwanî yekgirtinim Le Rojawa, le Bakûr ra Le Rojhellat, le Başûr ra Tê ekoşîn bo rizgarî Serbexoyî Kurdistan e Serfirazî nîştimane Yekem hîwa û mebestmane Tenya birwa û amancmane Şaho û Qendîl û Hemrîn im Êwen manay manî jînim Zagros û Ararat im Mekoy serberzî xebatim We dî dê xozge û awatim Serbest ebê wa willatim Em xake xakî ême ye Willatî pakî ême ye Be allay xor eyrazênîn Xakî Kurd, xakî ême ye Sirûştî ciwanî ême ye Be dill, be giyan eyparêzîn Heta diwayîn henasey jîn Silêmanî û Mehabad im Qamişlî bîrî azadim Wirmê, Hewlêr û Amêd im Dersîm, Siney pirr umêdim Helebce, Wan, Xaneqîn im Îlam, Kerkûk û Efrîn im Kirmanşan, Agirî, Mêrdîn im Ranye dergay raperînim Le dewrî yek bitanbînim We dî dê ca hîway jînim

Bêjebêje © 2015-2024