Çiya Şenses
Day Dînê
Day dînê dorê, day dilê dînê
Ew gula sorazad, dayê bixwîne
Evîna dihila bi gula dinexşîne
Reng dide xwezayê dorê li her dera
Ew delal bû, rûbuhar bû
Rêheval Hêvî, hunermend bû
Ew delal bû, dost û yar bû
Rêheval Hêvî, hunermend bû
Day dînê dorê, day dilê dînê
Evîna dilê wê dayê, li Nisêbînê
Li Zagros û Botan li Keleşînê
Li warê dîrokê derya evînê
Ew delal bû ... (Dîsgotin)
Day dînê dorê, day dilê dînê
Ew xortekî çeleng dayê, ew sozdar bû
Ji nedîtna rojê ra, her birîndar bû
Her bijî dila da, heval ez qurban
Ew delal bû ... (Dîsgotin)
Gotin û Muzik: Harûn Hêvî