the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Çoloê Silo

Gewrê

Êlê gewra min gewr e Êrê gewrê me derketiye piltek ewrê reş û tarî Êrê kawê me derketiye piltek ewrê reş û tarî Nizam bextê mi bû tara dilê te bû, wê girtiye Ser de pif kiriye kuliyê berfikê lê berfaneke hûr dibare, lê gewrê Êrê gewrê, kavilê gundê me Bibyan e Êrê kawê, kavilê gundê me Bibyan e Gelo malî gundîno, gewram çavê reş kil dane Bisk û guliyê xwe badane Dêmê gulî parava berdane Êrê gewrê, gelek mêr û camêra seva çav û biriyê belek Eniya gewer, dêmê gulî, xorte şîrîn, jinê xwe berdane lê gewrê Êrê gewrê me derketiye pêlê ewrê wê gewrik e Êrê kawê me derketiye pêlê ewrê wê gewrik e Nizam bextê min bû tara dilê te bû wê girtiye Serde kuliyê berfê qet venake gewra min gewrê

Bêjebêje © 2015-2024