a photo of Comerd

Comerd

Meyger

Meygera ava heyatê mest û heyranê te me Sorgula baxê xelatê nirx û bistanê te me Sosin î ya çîçek î yan heyran î yan yasemîn Bilbilê mest û hezînim der û gulistanê te me Horiya reş kakilî erb û kewan û rojê rû Xweş perîşanî wele ez tim perîşanê teme Ger tu zîn û şahê xuban text û bext û eşq û dil Ger tu şêrîna welatî mulkê îranê teme Ger can û dilê Cîgerxwîn şahê Selahedînê Kurd Ger tu Bêtlîsa welatî ez Şerefxanê te me Sosin î yan çîçek î yan reyhan î yan yasemîn Bilbilê mest hezînim der gulîstanê teme Helbest: Cîgerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024