a photo of Çopî

Çopî

Gwê Nagirim

Tuxwa bese gwê nagirim Lem qisaney her weku berd Deyşkenî dillî şuşem Jînit kirdim be ah û derd Tuxwa bese gwê nagirim Le toy bê hest, toy pirr mebest Diyare hergîz to nagorrêy Boye pencey ‘eşqî xom gest To ruxandit wirey eşqim Be reşebay wişekanit Birîndar bû dillim zor car Be destî to û xemekanit Gwê nagirim, gwê nagirim Îtir bese gwê nagirim Bem qisanet çak bizane Carêk ejîm, sed car demrim Ke detbînim le ruxsarit Peşîmanî pêwe diyare Peşîmanî le eşqî min Zor gileyît le rojgare Gwaye demêke mandû bûy Le lat sexte em rêgaye Bellam dillit be naçarî Le jêr hukmî wîjdan daye Min ezanim bezeyît dê Behallî minî dêwane Dena lay to xwahafîzî Wişekî zor asane Îtir na, na, na gwê nagirim

Bêjebêje © 2015-2024