a photo of Çopî

Çopî

Nemirdim Min

Nemirdim min eger em care bê to Neçim şerte heta em xware bê to Bînayîm kwêre, hellnaye be rûy kes Mujem yek yek delêy bizmare bê to Le kin to xar û xes gulzare bê min Le lay min xermenî gulxare bê to Le lay min be wicudî nas û aşnas Kesîkey tiya niye em şare bê to Le hesret serî qedit çawî nalî Dû coga, belkû dû rûbare bê to

Bêjebêje © 2015-2024