a photo of Çopî

Çopî

Xak

Min darêkî taze hellçûm binarekem kurdistane Bêçwe mewcî rubarêkim serçawekem kurdistane Ew le çawî min da denwê û min le çawî ewda denûm Îtir yaran dûr le yadî ew willate min çon denûm Ke ew çeşnî çillî birjang berî dîyem lê çoll neka Kotre şînkey xwênî dill bê û banûy ruhim lê çoll neka Boye yaran ta bimênim wekû bulbul boy exwênim Nexmem bo xak, dillim, bo xak her be kurdî deçrîkênim Be pîrî xak miştê xakî be gişt gencî dinya nadem Şine û kizey şemallêkî be gişt durgey dunya nadem Leber dillma şekirî rûte beheştî wa nabêtewe Heta mehşer xakê tir wa be jiyan da nayetewe Boye yaran ta bimênim wekû bulbul boy exwênim Nexmem bo xak, dillim, bo xak her be kurdî deçrîkênim

Bêjebêje © 2015-2024