a photo of Çopî

Çopî

Xoşewîstim Çît Naw Binêm

Xoşewîstim çît naw binêm Katê eşqit wek agire û Hemû satê esûtênê, diley bê cêm Rêbiwarêkî mandû nenas Wêl û tenya bo kiwê eroy Be şiwênta dêm Ger win bît lêm egrim şiwên pêt Wek perwane be şiwênta egerêm Be şewanîş wek xermane Dewrî mangî gonat egrim Weku karwançyekî wêl Berew lat dêm Hewargey min çawekante Katê hatim mepirse lêm Min çîm û kêm Belê gulim be tenya to Çawekanit bo min bote Hewarge û cêm Ger win bît lêm egrim şiwên pêt Wek perwane be şiwênta egerêm Katê hatim Romanî xoşewîstîmit bo bas dekem Ne ruî xotim lê wergêre Ne dergaî dillit daxe lêm Hênde witim giwê bigre lêm Ziman şika Mang û xor û ta estêreş Hatne tika Heta key le dût bigerêm Bese çî tir Çawim bote gomî xiwên û Le culeş kewtin dest û pêm Ger win bît lêm egrim şiwênpêt Wek perwane be şiwênta egerêm Ta key, ta kiwê be şiwêntan dêm Honrawey: Mofaq Kamal Awazî: Ako

Bêjebêje © 2015-2024