the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dashti Kalhori

Dillim Emşew

Dillim emşew bê qerare bo ew yare bêdare Meylî şîn û giryanî heye, meylî bînînî yarî heye Le cargay camî yarane, toy lê nebî min tenham Le beharî eşqim da, to tenya gullêk bûy Toy gullalle sûrey beharî baxî îşqim bûy Biryar bê ta rojê mawim her beyadî towe bijîm Çawerrwanî rojê ebim ke carê tir bitbînim Ger depirsî le hallî min, perêşane bo dîdarit Ger depirsî lem dilley min, perêşane bo dîdarit Beharî îşqî min wa roy ,çî debê bigerrêtewe? Dill perêşan, ser sergerdan, yar ezîzim Boye min mestîm gelê le hoşyarî pê xoştire Em xerabate ke hoşyarîye le mestî ser xoştire

Bêjebêje © 2015-2024