the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

De Lê Lê

Bêje de lê lê, de lê lê, de lê lê, de lê lê Ax bêje de lê lê, de lê lê, de lê lê, de lê lê Bêje de Ronî, mi go sibe ye dayê, mi rebenê, mi go nijdevana karî xwe kir Ax de Ronî, mi go sibe ye dayê, migo nijdevana karî xwe kir Ax Ahmedê Zerî sermiyanê Mala Dîbo, çewanî berê vî sibê, mi go cilê nijdevana canê xwe kir Bêje de lê lê, de Ronî mi go sibe ye De dayê rebenê, dêrana Xwedê dilê min dikutkutî Ax de Ronî, mi go sibe ye, dayê mi rebenê, dêrana Xwedê dilê mi dikutkutî Derbeka lê dabû, li bejn û bala Îskanî delal Wey law li mi fetalê, bi keleka rebanê mîratê derbas kirî Bêje de lê lê, Ronî mi go sibe ye De dayê mi rebenê, ji dêrana dilê minî bakî sar tê Ax de Ronî, sibe ye ji dêrana de dilê minî dayê bakî sar tê De mi go bîna gulan û rihanan û çîçekan çewanê Berê vê sibê, mi go deng û bala lawikê min tê

Bêjebêje © 2015-2024