the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

Dilo Hey Wayê

Dilo hey wayê, wayê, wayê, dilo hey wayê Lê lê konê Temerê bar kira, li Kotamê dayê, danî ser kaniyê Belê wez ê bi xulama sê biskê gulîpanê Çawa biska berda ser çayê temeziyê Dilo hey wayê, dilo hey wayê, dilo hey wayê Dilo hey wayê, çi siba, dayê dêranê, lo dengî bayê Belê mi go, hespê Bedo li serê meydanê, lo lo naçî nayê Nedo bi sê caran gazî dikir Bedo bira, tunê rabe xewa şîrîn Bila dengê me bikeve erefa de na wele mi go li dinyayê Dilo hey wayê, dilo hey wayê Dilo hey wayê, wayê, wayê, dilo hey wayê Lê lê konê Temerê bar kira, li Kotamê danîn ser kaniyê lê serejêra Belê mi go birekê siwarê Hesenan û Heyderan evdal têna Belê dayê, nizanim şer e dayê lo ya na xêr e Ax dilo hey wayê, dilo hey wayê, hey wayê Dilo hey wayê, wayê, wayê, dilo hey wayê Belê heyfa mi tê dayê dêranê, heyfa min tu nayê Belê mi go çawa şahî ketiye li Ecem e, na wele welatê lo lo Kerbelayê Dilo hey wayê, dilo hey wayê, hey wayê Ax dilo hey wayê

Bêjebêje © 2015-2024