Dawitê Xilo
Edlê
Hey borî borî borî, karwanê Edlê borî
Borî çû taxa jorî, xulama gerdena zer
Xulama gerdena zer, tijî mircan û morî
Malam Edlê neqebê, mala şêniyê neqebê
Derdê Edla mi giran e, da ser derdê kezebê
Hey nayê nayê nayê, Edlê ji govendê nayê
Edlê ji govendê nayê, pê ra ketime belayê
Pê ra ketime belayê, de li min gidiyê Edlê
Edlêm rabe sibe ye, dêlê rabe sibe ye
Edlê rabe sibe ye, şêniyê rabe sibe ye
Temam horî û derge ye, tew lê bi gidiyê Edlê
Tewqe horî û derge ye, çaxa nimêja te ye
Çaxa limêjê te ye, ew be ji bo te faydeye