the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

Eman Eman Seyrê

Ax eman, eman, eman, eman bavê Seyrê Ax bavê Seyrê, yadê rebenê, mi go çima lo tu deng nakî Deşta Bişêrîka, yadê rebenê, li min û bejna zirav çavê reş û belek, ax lo, deman nakî Ax eman, eman, eman, eman mi go hanî manî Lo sibê zer e, delala dilê min î, wa tu borî siwarê hespê bozê, lo di qemer e Ax, eman, eman, eman, eman kumandanê te me Ax eman, eman, eman, eman mi go lawikê min şivan e, lo li ber pezî Pez berdaye li mêrgan û çîman, dayê rebenê, lo dora rezî Ax, eman, eman, eman, eman melulê teme Ax eman, eman, eman, eman mi go eba reş e, lo şal medanî De gundê Kufra lo qure danî De mi go kaxizê lawikê min spî bû lo reş deranî

Bêjebêje © 2015-2024