the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

Hay Hayê

Ax hay hayê Kalo mi go siba te bi xêr, îda te bimbarek De kalo mi go siba te bi xêr, îda te bimbarek De minê îro seh kiriye, te ser min girtî kevneyarek Herke yarê te li min çêtir e, sed pîroz û heft bimbarek Herke yarê te li min ne çêtir e, kulê Helebê bikevî malî bavê te ra salê carek Ax hay hayê De mi go qesra mala bavê te bilind e, pir şa bi spî ye De mi go birca mala bavê te bilind e, wa bi spî ye De min go vê sibê qaymeqamê Mûşê, weyla mi go, ser meşiya Ax nemînim nemayê, nemînim nemayê, nemînim serdanî vê dinyayê Ax hay hayê Bavo wez ê çawa qesranî dinihêrim, qesranî bi xanî Wezî bi çawa weylo mi go qesranî bi xanî De mi go, xweş tê dengê şalan û bilbilan Na wele dayê min rebenê, nalîna vî evdalî

Bêjebêje © 2015-2024