Dawitê Xilo
Helîmê
Lê lê dewro were wer Helîmê
Mi go te kiras sorê lo dor heşînê
Were yadê, mi go xelqê tehl e, ax mi şîrînê
Lê lê dewra were wer, mi go yar Helîmê
Helîm rabe, wez we nakim, wez we nakim
Mi go kiras û meles û kitana lo, li ber xwe nakim
Belê mi go, serê Çiyayê Sîpanê Xelatê ba û bager e, lo îdar nakim
Belê navê Kurdistanê şîrîn e, ax lo qe bîr nakim
Ax de wer were yar Helîmê
Helîm dibê kona mala bavê pir biçûk e
Belê mi go, stûna navîn darbelalûk e
Belê mi go Helîmê delal par vî çaxê qîz bû, lo îsal bûk e
Lê lê were were were wer Helîm
Helîm canê kona mala bavê pir mezin e
Belê mi go stûna navîn lo darhesin e
Belê mi go Helîmê delal, par vî çaxê ax qîz bû, lo îsal jin e
Lê lê dewra were were lo wer Helîm
Helîm divê taxa jêrîn lo, tendûr dada
Belê mi go taxa navîn lo, rihan dada
Mi go bila mirazê min û Helîmê delal hasil ke
Mi go nav lihêf, balîf, doşekê lo qedîfa da
Lê lê were were were lo wer Helîmê