the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

Hey Wax

Hey wax, hey wax, hey wax, hey wax, hey wax Ax lo mala minê, hey wax Hey wax, hey wax, hey wax, lo mala minê De mi go Hesenê Mela Mûsa mi dixwazî, lo mi nadinê Erge mi nadinê wez ê qebheta rakim, ax lo serê dinê Ax hey wax, hey wax, lo bextê min î Lê lê mi go wa bi rihan a, lê wa bi rihan a, heywax Belê mi go piştê xaniyê Hacî Mele Mûsa, ax lo wa bi rihan a De mi go tisbihê destê Memedê Mala Mûsa, dayê mi rebenê lo, kehrîbar e Belê Xwedê dikî, Xwedê dihebînî, destê da Memedê Mela Mûsa ax mêrekî sed mêran e Ax heywax, heywax lo bextê min î Lê lê kanîka gundê, ax lê me bi kas girtî, jaro dilo Belê wez ê keça Sêvê ser kanîka, ax lo, subhet girtî We du qirara canê mi ketibin, wez ê biçim gel bavê Sêvê, qewleka danîm, ax lo, temametî Lê lê heywax li min, heywax li min lo mala minê Mi go mehfûra mala bavê min rezîna lo raxistine Lê lê mi go, wa ji Sêrtê lo heya Sêrtê, jaro dilo Belê mi go kirasê Weso çît û almast e, ax lo ji bajêr tê Ax wez ê delala dilê xwe bûne qatileka xwîna, lo hevsa Sêrtê Lê lê heywax li min, heywax li min, heywax li min, ax lo mala minê De heywax li min heywax li min, lo bextê min î Belê mi go wa tu teyr î, lo teyrê bejî, heywax li min Belê mi go hêlîna xwe çêkiro, ax lo, ser wê hejî Birînê xelqê alem delal têyo min xwîno Wele ya min û Mihemedê Mala Mûsa tê xwîno, ax lo tev da mêjî Ax heywax, heywax, heywax, heywax, lo mala min î

Bêjebêje © 2015-2024