Dawitê Xilo
Heyran Heyran
Heyran heyran im, were lê lê, wele heyran e lo
Were malê me bi heyrano, rûnê mekene lo
Gundî fesad in, were lê lê, şikê me biyane lo
Cilkê heyranêm, were lê lê, qirêj e û bara lo
Herga ez neşom, were lê lê, ser dilê min qar e lo
Herga ez dişom, heyrano, xelq bêjin yar e lo
Du siwar derketin, were lê lê, siwarê neyara lo
Wê li me bistînin, were lê lê, xeyê ciwana lo
Wê li me bistînin, heyrano, zeryê ciwana lo