the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

Lê Baranê

Ha wer lê lê wer lê lê Ha wer lê lê baranê Baran barî û ne’met e Xunav barî û ne’met e Rûka erdê kir xet e Ha wer lê lê baranê Ramûsanê keçkokan Mala bavê edet e Baranê hûrehûr e Ha wer lê lê baranê Rûka erdê kir kûr e Ha wer lê lê baranê Baran barî û zembîla Xunav barî û zembîla Ramûsanê keçkoka Mala bavê feqîra Ha wer lê lê wer lê lê Ha wer lê lê baranê

Bêjebêje © 2015-2024