the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

Meyremê

Ax dilo Meyremê, yarî Meyremê, bav ecemê, mi go dê gawirê Wila mi go, bejna te zirav e mîna mûmê vê fenerê Mi go şîn bû li zozana jorîn Hevrazê Hecî Şemê Yar, yar, yar, yar Meyremê yar yar Ax dilo Meyremê, Bejna te zirav e mîna mûmê vê fenerê Wila mi go şîn bû li zozana jorîn Hevrazê Hecî Şemê Wez ê terka bejna zirav, çavê reş û belek neda Hetanî ser singê min dêrana Xwedê xirpêna xencerê, yar yar Meyremê yar yar Yarî Meyremê, mi go xopana Diyarbekira şewitî, mi go divê ber bedenê Ava mîrata, Bêlacûka, pêla da ser pêla mi go digerî dora dinê yar yar Ax lo mi go, ava Bêlacûka digerî dora dinê Wez ê terka bejna zirav, çavê reş û belek nedam Heta neyê ser singê min dêrana Xwedê qasida mirinê, yar yar yar Ax yarî Meyremê, yarî Meyremê Çiyayê Qerecdaxa şewitî ketim, mi go ciyê berxan û miyan Çiyayê Qerecdaxa şewitî ketim mîrata Xwedê, mi go ciyê berxan û miyan Yar yar, yara Meyremê yar Hey la dilo Meyremê, ger û govendeka dîlanê, herama gundê me digeriyan Na wele mi go, Meyremo delalo girtiye serê govendê De mi go kurê milê xelqê xwe hejiniyan, yar yar yar zalimo yar Heyla dilo Meyremê Yarî Meyremê, wez ê ketim li ber xeman û kulan, wan derdan De mi go, sî û du diran devê minî hebûn, hemû weşiyan lê neman Na wila mi go kulan û derdan û xeman, na wila sandûqê Ax mi go derman, yar yar yar Meyremê yar

Bêjebêje © 2015-2024