the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

Nînarê

Nînim nînim nînarê, nînarê hay nînarê Nînim nînim nînarê, wey dewrana dinyayê Min te dîbû ser banê, wey nînarê wey nînarê Min te dîbû ser banê, wî dewrana wey dinyayê Awrê çavan te dayî, wey nînarê wey nînarê Awrê çavan te dayî, wî dewrana wey dinyayê Nînim keça dewrêşî, wî nînarê wey nînarê Delal keça dewrêşî, wî dewrana wey dinyayê Tu bi serî û qerepoşî, wî nînarê wey nînarê Tu bi serî u qerepoşî, dewrana wey dinyayê Tu zer memika nefroşî, wî nînarê wey nînarê Tu zer memika nefroşî, wî dewrana wey dinyayê Nînim keça yewnanî, wey nînarê wey nînarê Delal keça yewnanî, wî nînarê wey nînarê Tu bi serî û çew me danî, wî nînarê wey nînarê Tu bi serî û çew me danî, wî dewrana wey dinyayê Tu zer memika nedanî, wî nînarê hay nînarê Tu zer memika nedanî, wî dewrana wey dinyayê Nînim nînim nînarê, nînarê hay nînarê Nînim nînim nînarê, wey dewrana dinyayê

Bêjebêje © 2015-2024