the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

Şênî

Lê lê eman eman eman eman lo ereb şênî Lê lê mi go, ji kê ra dikenî gewrê dînê, mi dixapînî Lê lê çavê reş û belek, dayê mi rebenê, lo ji kê destêrî lê Lê lê mi şênîka xwe dîbû, dayê rebenê, ax hafa di diwarê Mele mibsê de mi go, ba kirî gewrê dînê, ax esmanê lê erebî Mele wê bê vegerhatî, dayê mi korê, nemayê, mi go, ax esmanê lo ermenî Lê lê navê gundê me gewrê dînê, lo Bikizêm e Lê lê zerya meşiyane ser kanîka, bi mesînan bi gimgim e Lê lê yek yeka wekî, keleş gewra min tune bû Ax nav heft dewletê ecnebî ay Eman eman lê eman, eman eman lê eman Eman eman Zekiya eman eman Dilêm êşiya, bêna misk û emberê ser memikê morî ma Memik qeymaxa miya, eman eman Eman eman lê Zeko Tu bi qedrê Rebê xwe ko Tu giliyê lawik neko Navê keçik nizanim Navê kurik Heseyno Zeko tê di Qamişlokê Delal tê di Qamişlokê Eynik danî ser çokê Mi dibê Zeko ramûsim Van bajara bi Zaxokê

Bêjebêje © 2015-2024