the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

Were Delal

Werî delal, werî delal, werî delal De wez ê diyara kawla Nûrê ketim yadê, wa bi wê da Werî delal, de wez ê diyara kawla Nûrê ketim yadê, wa bi wê da De mi go, Mihemed Selîm zaveka taze ye tê ji wê da De mi go, sala îsalê ça çira fenera mala bavê Eliya Remo tefa ji dinê da Ax werî delal, werî delal, çar mal e, wez bi tenê Werî delal, de mi go Mihemed Selîm tu zava yî De mi go tu zavayê sê rojan û sê şevan î Na wele mi go tu maqûlê çarde gundê ereba yî Ax werî delal, werî delal, werî delal Werî delal, de mi go wa ji we tê, wa ji we tê Mihemed Selîm siwarê ciwanîka şînbozê, dêl bi hene wa li benda tê De mi go kulê bikevî mala bavê vê siwarê De çawa mi go, kul û meraqa vî siwarê mabû li dil da Ax gundo, gundo, gundo, gundo De gundo mi go, çar malo wez bi tenê

Bêjebêje © 2015-2024