the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

Yar Xeco

Xecokê me digo ew e, yeman yeman Delalê me digo ew e, Xeco dilê min Her şev karê me ew e, yeman yeman Her roj karê me ew e, Xeco dilê min Xecokê semer qendî, yeman yaman Delalê semer qendî, yeman dilê min Hemayloka pazbendî, yaman yaman Hemayloka pazbendî, Xeco dilê min Xecokê sêlê bîne, yeman yeman Delalê sêlê bîne, Xeco dilê min Dendikan biqelîne, yeman yeman Dendikan biqelîne, Xeco dilê min Pişkê xwe jê bihilîne, yeman yeman Pişkê xwe jê bihilîne, Xeco dilê min

Bêjebêje © 2015-2024