the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dawitê Xilo

Yasîno

Lê lê yar Yasîno, lo birakê Zeyno Mi go te torinê lo keç Heseyno Wez ê bigrim destê Yasînê delal Birevînim bi ber gundê Dîza mala weyo Yasîn qurban, mi go çi sibe ye, lo rabe ser xwe Mi go qotika ber pencerê, lo dayne ber xwe We du qirara canê min ketî piştî Yasînê delal Wezê cilê bûkaniyê nakim ser xwe Yasîn qurban, mi go babê min hosteyê lo wan kevçîka Mi go kulê bikevî, lo bin çiçika Çawa sala îsal, em ê ketine bext û balê wan keçika Yasîn qurban, mi go dilê min kodika, ax lo ber bêriyê Mi go kewê babê, lo ser hewiyê Ax de were were Yasîno delal De were were Yasîn qurban Yasîn qurban, mi go rêka Sêrtê, lo kursî kursî Belê mi go, herçî hato, lo mi jê pirsî Çawa sala îsalê mi go, halê min û Yasînê delal kes napirsî

Bêjebêje © 2015-2024