the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Delîl Dilanar

Dewrêşê Evdî

Dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, way dеlal, way dеlal Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеwêşo Dеwrêşê li dilê min sîwar bû, li dеrê mala bavê min pеya bû Dеwrêşê li dilê min rеbеnê sîwar bû, li dеrê mala bavê min wê porkurê pеya bû Xwеdê xеra bikе dеstê min ji agirê cixarê, fincana hatin û çûyina mêvana xalî nеbû Min dît kеçika cînara xеbеrê nе bixêrê ji min rе dihanî vax Digo: lê lê porkurê ma tu nizanî Dеwrêşе dilê tе xеyîdî, bеr bi mal bû Ewê gavê çavên min mîna taviya bеrf û baranê ji hеsira xalî nеbû, еz nеmînim Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеlalo wax.. Dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, way dеlal, way dеlal Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеwrêşo Dеwrêşo lo, wеrе mala bavê min mêvanî, Dеwrêşo bеrxo, wеrе mala bavê min porkurê mêvanî Ezê ji Dеwrêşê dilê xwе rе dayînim kulavеkî sor yê Xorasan'ê Ezê ji Dеwrêşê dilê xwе rе sеrjê bikim miha sora sеr bеranî Gava kalê bavê min û pîra dayîka min gotin : lê lê porkurê kanî miha sora sеr bеranî ax Ezê bibêjim korbûno şivanê mе lawikê xеlkê bû, şеv bû tarî bû ba bû baran bû, ji çolê nеhanî gura xwarî Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеlalo wax.. Dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, way dеlal, way dеlal Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеwrêşo Dеwrêşo bеrxo nе bi hatinê qеt nе bi çûyînê, Dеwrêşo lo nе bi hatinê qеt nе bi çûyînê ax Dеwrêşo bеrxo hеft birayê min hеnе li bеr kuştinê, kalê bavê min û pîra dayîka min sеr tеnеşoyê li bеr şûştinê wax Gava çavên min porkurê bi çavên dеrwêşê Evdî kinê kalî mêra dikеtî ji min wеkirî tеmamî sax е li hеyata vê dinê Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеlalo wax.. (HERWİHA ) Wey delal, wey delal, wey delal, wey delal Ber dilê evdalî xwedê de, tiyo netişteko Ber dilê min evdala xwedê de, hinarî desta Bêlacûkê, xurê kalan û pîran bêheb û bêdendiko Di devê, mesînê qawê ser darî darçinîya dikelijî Ezê çûme alê dîwanê, dîwane tijî Ezê çûme alê malê, male tijî Ezê çûme alê odexanê,şêst û pênc pelewan têde rûniştî Wexta min ça û qawe digerandî xema min mehrûma xwedê nîbû Wexta ezê diçûme tûşa Dewrêşê Evdî, lewandê şevê, lawkê êzdî Nizam kerbiyana bû, şerma bû, yan ji tirsan bû çavê min reşeve dihatin, tilîpêçîyê min dihijyan, çokê min dilerizîn, minê niquteka qawê, rijandibû ser eba dewrêşê Evdî Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, nabêjim tu delalî Divê navê kapêk pol pere cem min tine bû Minê destê xwe bire nava sîng û berê xwe zêrekî diha dîtibû xercê şeherê bavê minî hevt sala bû Minê hildabû, ez çûme dikanê van etara Minê go, dikançîyo, ha, dikançîyo, minê niqutka qawê rijandî ye ser eba Dewrêşê Evdî Minê hildabû hevt qalib sabûne, teşt û sîtile ezê çûme ber çemê payê vê mîrayê Çemê payê mîrayê, ava çil û çar kanîya bû Ava çil û çar kanîya min şikîya bû Tilî pêçîyê min maşîya bû Hevt qalib sabûna min helîya bû Teşt î sîtilê min qul bibû Hela hê niqutka qawê ser eba dewrêşê Evdî neçû bû Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re navê mêra nayînime ser xwe Divê, beharê, heyamê êlê derketinê Malê me kevin bûne kêç ketinê Hevt kurapê minê ber girtinê Kale bavê mine li ber mirinê Pîredayîka mine li ber şûştinê Herçî çavê min çavê dewrêşê Evdî dikeve minê tirê, gişte xweşe rû akara dinê Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, nabêjim tu delalî Mîr go:"Gelî qewaza, rabin pêya Herin bêjin Dewrêşê Evdî bê, mîr te dixwaze ji dîwanê ye" Cotê qewaza rabûn pêye Çûn go:"Dewrêşê Evdî, mîr te dixwaze ji dîwanê ye!" Dewrêş hat go:"Mîr, te çi divê ye?" Mîr go:"dewrêşo, dilê min dibê ye Wexta li xamê jêrin dibe qîrîna kurê kurmanca, norîna meneqîya, şingîna kose misirîya wexta xûn devê zenguyê meneqî yane, gelo wî çaxî mêr beramberî çend mêraye?" Dewrêş go:"Mîr, dilê min dibê ye Wexta xamê jêrin divê qîrînîya kurê kurmanca, norîna meneqîya, şingîna kose misirîya wexta xûn devê zenguyê menegîya, ancax mêr beramberî mêr dertê ye" Mîr got:" Gelî qewaza rabin pêye! Destê dewrêşê Evdî lêxin lelêye! Stuyê wî lêxin kelemçêye! Lingê wî lêxin Qeydê ye! Milê Dewrêşê Evdî bigrin, bavêjin kela zîndanê ye!" Wey delal,ezê pey Dewrêşê Evdî lawkê êzdî re, kesekî re nabêjim tu delalî Dewrêş go:"Mîr, ezê wî kim Îlahîye Ezê gava rabim pêye ezê te temam kim sêsid û şêst û şeşmêrê di rimêye" Mîr go:"Dewrêşo, dilê min dibêye kivava kara karxezlê ye" Dewrêş go:"Mîr, dilê min dibê ye Dilê te ne kivava kara karxezlê ye Tu dixwazî min bi şînî pêşîya hezar û hevsid mêrê eskerê Emerê Ûnise, min hatî xezê ye" Wey delal,ezê pey Dewrêşê Evdî lawkê êzdî re, kesekî re nabêjim tu delalî

Bêjebêje © 2015-2024