the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Delîl Dilanar

Rizgan û Nûrê

Bê de lolo lolo lolo.. "Rizgan ez bi qurban nizanim bextê min bû yan talihê te bû? Berfanî berfa nerm e. Heyrano rûkê 'erdê kiriye wekê çerm e De tu were min porkura Xwedê nerevîne, nebe Şikefta Qulî Şikefta Qulî Şikeftekî cihê bê warî, cangê kurapê min nêçirvan e Sibê zû radibe, pey kervûşka digerine Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje Lo te jî ser da ax.?" Bê de lolo lolo lolo...lolo Rizgano Bê de lolo lolo lolo.. Rizgar go Nûrê - wa Nûre, were qasekî çoka xwe bide 'erdê ezê serê xwe bidim ser çokê ye Nûre çoka xwe dide 'erdê, Rizgan serê xwe dide ser çokê ye. Kete xewê û xewnê ye Ji xewa şêrîn bazda go Nûrê, wa Nûrê! - Mala bavê lê xerab bûyê! De rabe minê xewnekî dîtiye. Ezê xewna xwe bibejim, tu porkura Xwedê xewna min şirove bike ax Bê de go; "min dîtibû darekî li derê mala bavê te şîn bûye Wê darê du çiqil, her çiqil sêvekî, her sêvê kewekî gozel li ser e Minê bala xwe dayê teyrê qereqûşê jor de li serê herdû kewa gozel difirî ax." Nûrê go; "Rizgan ez bi qurban,Xwedê xewna te bixêr ke Dara derê mala bavê min ji bejna min e, Herdû çiqilê pêva bext û mirazê min û te ne Herdû sêvê li ser, memikê min in. Herdû kewê gozel 'eslê rihê me ne Teyrê qereqûçê Oco'ya kurmamê minê nêçîrvan e Sibê zû radibe, pey kervûşka digerîne Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje. Lo te jî ser da ax." Bê de lolo lolo lolo...lolo Rizgano.. Bê de lolo lolo lolo.. Sibe bû, kubara sibê ye. Nûrê derdikeve ber derê şikeftê ye. Dinêre Oco xuya ye jêr de tê ye Nûrê diçe pêşiyê Oco - "Oco ezê bextê te de me, were Rizgar nekuje Xortek heyfe, take tenê ye. Were min porkura Xwedê bikuje, Poz û guhê min jê ke, têke cêva xwe de Sibê ro nava 'eşîrê derxe. Him te re nav e, lo him namûs e ax." Bê de lolo lolo lolo...lolo Rizgano..

Bêjebêje © 2015-2024