the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Delîl Dilanar

Serayê

Serayêêêê! Lê lê muhibê! Bila li me nehata sira sibê Bîna bayê gulann… Ez ji te re sond bixwim bi ser me de guregur eee… Xizêma pozê Seraya Mamed Axa zîvê zelal e Bi zêr kil dane Tu bala xwe bidê –vê sivingê- Bayê kurr û bayê şerq û bayê xerb û bayê çep û rast Bayê Bolukbaşiyê lê dixe Di poz de dere-tê, vedigere wa dizivire… Gelî gundî û cînarno! Gilî, gazin û loman ji min nekin; Bila yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be Li civatê mezin… Hespa meriv beza be, şûrê meriv birra be Tu dêhna xwe bidê vê sivingê malxirabo! Kum û kolozê meriv bi ser çatê biriyan de mê û xwar be Tu dêhna xwe bidê vê sivingê Dosta meriv sertacî hemû dostan be Yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be Li civatê meriv rûnê vê sivingê di nav civatên mîr û hakiman de Her kes meth û senayê dosta xwe bide Meriv ji xwe re methê Seraya Mamed Axa bide Di nav heval û hogiran de qanatê meriv vebe Ji xwe re pê bifire Serayêêê, Serayêêê… Welle rabe qolê zêran bikute -vê sivingê- Pêşiya navikan keve li vê kofiyê Malxirabê cotê elbê toqatî avêtiye Zendê zer badayî Ji kêfê re dimeşiya ser kaniyê Ez evdalê Xwedê ji eşqa dilê rezîl re rabûme Min ê qasekî xwe berdabû pêşiyê Min ê destê xwe dabû destan Devê xwe kirî xal û xetê Gerdena zer, dev û lêvê şekirî Yanaxê ehmedî, şê û şêbiskê di şê Gelo de xanimê, de xatûnê, de zeriyê Tu dêhna xwe bidê gelo ji gavê din de… Kê dîtiye kê bînaye… Yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be Bi ser derd û kulan re bi destan bigrî bibî ser hêviyê… Serayêêêê, Serayêêêê… Lê lê muhibê! Bila li me nehata sira sibê Bîna bayê gulann… Ca tu bala xwe bidê Payîza welatê me Serhedê hatî Gelo –vê sivingê- daran pelên xwe diweşin Bi daran ve nema pelê çilo… Ez ê tu nifiran li bejna –vê sivingê- Seraya Mamed Axa nakim Gelî gundî û cînarno –vê sivingê- Hêvî û gumanê min heye ji Xaliqê Alemê Rebbê jorîn, padişahê pirr adil; Çi êş û êşûka bedena Seraya Mamed Axa heye –vê sivingê-, hêvî û gumanê min heye ji Rebbê jorîn Belkî –vê sivingê-,here bedena sêwî Sulo. Ax Serayêêêê! Tu rabe –vê sivingê- bejna zirav bide şitavê Qolê zêran bikute ber kofiyê Cotê elbê toqatî avêtiye Zendê zer badayî Ji kêfê re dimeşiya ser kaniyê Ez evdalê Xwedê rabûm ji kedera dilê rezîl re Min ê vê sibengê ji eşqa dilê rezîl re Di nav der û cînar û gundî û maliyan de Xwe avêt pêşiyê Min ê bala xwe berdayê vê –vê sivingê- malxirabo Gelo ramûsanê keremkirî Ji dev û lêvê şekirî, yanaxê ehmedî Terzê di hakimî, şemlê bi erebî Xal û xetê di gerdenê, xebxebkê ber guharan Dev û lêvê şekirî, malxirabê gerdena te zeriyê. Tu bala xwe bidê –vê sivingê- Kê dîtiye kê bînaye; Yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be Di dêrisê gundan de, meriv–vê sivingê- malxirabo Bi destan bigre çend rojekan, bibe ser hêviyê… Serayêêêê!

Bêjebêje © 2015-2024