the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Delîl Dilanar

Şerê Tarxan

de lo lo loooo. lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo. lo lo.. ax lo lo lo lo.. lo lo lo lo lo.. lo tu kela mêran î. lê lê dayê.. lê dayê rebenê de rabe binêre ev şerê hanê şerê tarxan e keko tu rabe mêze bike. ev dewa hanê dewa tarxan e tarxan bi sê dengan dike gazî ehmed bira tu rabe îro. bi sê dengan li şahê ecem bike biqêrîne tu bêje lawo xwedê dizane. qetla te li ba min mînanî qetla du mirîşkan e çi bikim îro li pêşiya te koçî qeleniyê ye. koma celaliyan e lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo.. ê lo lo looo. ax lo lo lo o lo lo.. lo tu kela mêran î lê lê dayê lê dayê rebenê rabe îro binêre sira qeleniyê bişewite ji bextê min re çi qas sirrekî sar e de keko tu rabe mêze bike sirra qeleniyê bişewite ji bextê min re sirrekî çi qas sar e taxima di destê bavê cemîlê kekê cezmo de orte zêrîn e mûmika serî kar û bar e de eskerê şahê ecem giran e duwanzdeh hezar e di ser milê me her du biran de hatî xwar e ez ditirsim eskerê şahê ecem eskerekî zor î zexm î giran e eskerê birayê te hindik e vê sibekê pê nikare de bira ya xwudê be em ê lêxin eskerê şahê ecem derbas bikin ji sînorê ebbasgetê qarşiyê li ava eres de li ber destê kekê cezmo de. lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo. deşîfrasyon: pezkovîyê cudî têbinî: tarxan şêweyê pevekelijîna herdu peyvên tahir û xan e.

Bêjebêje © 2015-2024