the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Delîl Dilanar

Way Dîlberê

Dikim nakim te ji bîr nakim Bi şev bi roj qet xew nakim Bi sitran û bi pîtên xwe Nikarim pesna te bidim Çiqas wesfan li te bikim Nikarim pesna te bidim Way dîlberê çi delal î Xweşî û rindî li te dibarî Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî Behsa te dikin vê dîvanê Ji Dêrsîmê heta Wanê Xemlî tev mêrg û kanî Newroze gel çû seyranê Pîroziya min û te kanî? Welatê min bûka cîhanê Dem hat bigrin em dîlanê Way dîlberê çi delal î Xweşî û rindî te dibarî Cegerxwîn, Eli Herîrî Bo te dinivîsînin vê dîvanê Cegerxwîn, Eli Herîrî Behsa te dikin li dîvanê Hezar sipas dê û bavan Rihmê li wan kal û xalan Bo te dimirin xortên Kurdan Qe heyfa te bi wan nayê? Bo te bimre Ali Baran Qe heyfa te bi min nayê? Way dîlberê çi delal î Xweşî û rindî li te dibarî Hejar û Melayê Cizîrî Bo te dinivîsînin vê dîvanê Hejar û Melayê Cizîrî Behsa te dikin vê dîvanê

Bêjebêje © 2015-2024