the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Delîla

Şev Tarî

Di şevek tarî da agir bi dil xistiye Di ronahîya sibê da çavên xwe girtiye Destên xwe rakiribû, xatir ji me xwestîye Lo çilê zivistanê da me bi tenê hiştiye Lo lo hevalo lo cano, şêrîn birîndaro Lo lo hevalo lo cano, şêrîn birîndaro Berê tu mêrxas û egît bû, îro ketî çi halo Çavên xwe jiyariyê mirin jê nagere Dilê xwe jiyariyê mirin jê nagere Bi çavên ferê xwe, li dor xwe digerîne Digere nagere, hevalê xwe nabîne Lo lo hevalo lo cano, şêrîn birîndaro Lo lo hevalo lo cano, şêrîn birîndaro Berê tu mêrxas û egît bû, îro ketî çi halo

Bêjebêje © 2015-2024